Milîsên ”Feyleq El-Şam” zeviyên nû yên koçberan li Raco desteser kirin

AFRINPOST-Taybet

Çavkaniyên Afrinpostê li herêma Efrînê ya dagirkirî roja Sêşemê ragihandin ku milîsên ”Feyleq El-Şam” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn wekaletên qanûnî ji şêniyên bajarokê Meydan Ekbesê yên ku xwedî li zeviyên koçberan derdikevin, kişandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku kişandina wekaletan bi armanca desteserkirina berhemên zeytûnan pêk hat û tenê rê dan hejmareke kêm ji şêniyan bi şertê ku nîvê berhemê bidin milîsan ango bi rêjeya (50%), biçinin.

Meclisên xwecihî yên dagirkeriya Tirkî di werzên derbasbûyî de, wekaletên qanûnî derxistin da ku şêniyên Efrînê yên li herêmê mane, karibin zevî û erdên nasên xwe yên koçber li gorî hinek bacan bi rê ve bibin.

Kişandina wekaletan ji şêniyan hemwextî diziya zêde ya berhemên zeytûnan ji aliyê çekdar û malbatên wan ve tê.

 

 

 

 

 

 

Related posts